Li Wargeha Şehîd Rûstem xwarina fitarê

Li Wargeha Şehîd Rûstem xwarina fitarê

Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî duh xwarina fitarê hat dayîn. Endama Meclîsa Îştar Pervîn Botan di axaftina xwe ya li vê derê bal kişand ser êrîşên dema dawî li dijî gelê Kurd zêde bûne û destnîşan kir ku ewê bi hêza van hemû êrîşan pûç bikin.

Duh li Saziya Malbatên Şehîdan, Meclîsa Îştar xwarina fitarê da. Nêzî 500 kes tevlî xwarina fitarê bûn. Beriya dest xwarinê bikin ji bo hemû şehîdên şoreşê û şehîdên şoreşa Rojava deqeyek rêz hate girtin. 

Endama Meclîsa Îştar Pervîn Botan axivî. Botan di destpêka axaftina xwe de xêrhatin li mêvan kir û wiha axivî: "Em di demek pir girîng û hessas re derbas dibin. Li Bakurê Kurdistanê gelê Kurd 'Rizgariya Demokratîk û Avakirina Jiyana Azad' têkoşîna vê dide meşandin. Li Rojavayê Kurdistanê jî şerê hebûna xwe dide meşandin. Weke gelê Kurd em di pêvajoya çarenûsa xwe diyakirinê de ne." 

Botan, di berdewama axaftina xwe de got ku gelê Kurd bi keda şehîdên xwe hatiye van rojan û destnîşan kir ku ji bo azadiyê pêwîstî bi parastina vê kedê heye. Botan, anî ziman ku azadî ji hemû demê zêdetir nêz û wiha berdewam kir: "Pêwîste weke gelê Kurd em vî şansî ji destê xwe bernedin. Hemû hêzên nav neteweyî dibin yek dixwazin destketiyên gelê Kurd ji holê rakin. Em îro dîsa bi rastiyek wisa re rû bi rû ne. Em ê bi hêza xwe van hemû êrîşan vala derxin. Em dîsa dibêjin hûn bixêr hatin ser sera û çavan hatine. Xwedê rojiya we qebûl bike."