Li Wargeha Mexmûrê ji bo şervanên YPG’ê mewlûd hat dayîn

Li Wargeha Mexmûrê ji bo şervanên YPG’ê mewlûd hat dayîn

Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem (Mexmûr) di kesayeta Mûrat Qamişlo de ji bo hemû kesên di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane mewlûd hate dayîn. Di mewlûdê de Endamê Koordînasyona Meclîsa Gel a Demokratîk a Wargehê Ferhad Mêrdîn têkildarî Şoreşa Rojavayê Kurdistan got, “Êdî tu hêz nikare pêşiya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bigire.”

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem duh di demjimêr 18.30’an de bi organîzasyona Saziya Malbatên Şehîdan, di şexsê Şervanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG)’ê Mûrat Qamişlo yê di rojên borî de di şerên li hemberî çeteyan de jiyana xwe ji dest ji bo tevayî şervan û sivîlên Rojavayê Kurdistanê mewlûd hate dayîn. Di mewlûda ku bi tevlîbûneke zêde ya gelê wargehê pêk hat, bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên Kurdistan destpê kir.

Di mewlûdê de Endamê Koordînasyona Meclîsa Gel a Demokratîk a Wargehê Ferhad Mêrdîn têkildarî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê got ku, ew ê bi her awayî xwedî li şehîd û destketiyên Rojavayê Kurdistanê derkevin û wiha dirêjî da axaftina xwe, “Di serî de em bejna xwe li ber hemû şehîdên Kurdistanê  ditewînin. Di dîrokê de gelên ku  nebûne xwedî şehîd di tu deman de nikarin hebûna xwe berdewam bikin û pêşerojeke wan a ronî çênebûye. Di roja me ya îro de eger gelê Kurd xwedî ronîbûneyekê ye bi saya van şehîdan e. Di roja me ya îro de, em bi saya şehîdên xwe hatin naskirin û dîroka me ji nû ve hat nivîsandin. Eger şehîdên gelê Kurd tune bana me nekarîbû behsa hebûna gelê Kurd jî bikin.”

‘SERKETINA ROJAVAYÊ KURDISTAN SERKETINA TEVAYÎ KURDAN E’

Mêrdîn di dawiya  axaftina xwe de  destnîşan kir ku, pêwîste gelê Kurd tu carî dest ji têkoşîna ku cangoriyên Kurdistan pêş xistiye bernedin û got, “Her ku em gavekê ber bi azadiyê ve diçin dijminê gelê Kurd bi hêrs dibe û dixwaze darên ku bi xwîna şehîdan hatine avdan hişk bikin, lê bila baş zanibin ku, heya gelê Kurd hebe wê têkoşîn berdewam be. Her wiha serketina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê serketina her çar parçeyên Kurdistanê ye û divê hemû Kurd li dora Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bibin çeper.”

Piştî axaftina Mêrdîn sînevîzyona ku di derbarê têkoşerên Rojavayê Kurdistanê de hatibû amadekirin hat pêşkêşkirin û şûnde xwarina fitarê hat dayîn.

mewlûd bi dirûşmayên “Bİjî Serok Apo”, “Şehîd namirin”, “ Em berxwedana Rojava silav dikin” bi dawî bû.