Li Wargeha Mexmûrê gêrîla Kurtay Fereşîn hat bi bîranîn
Li Wargeha Mexmûrê gêrîla Kurtay Fereşîn hat bi bîranîn
Li Wargeha Mexmûrê gêrîla Kurtay Fereşîn hat bi bîranîn
Li Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem (Mexmûr), gerîlayê HPG'ê Kurtay Fereşîn (Mehmed Kiram) hat bi bîranîn. Di bîranîne de hevalên Kurtay yên têkoşînê li ser kesayeta gêrîla Kurtay axivîn û Cemal Erdal da diyar kirin ku, Fereşîn kedkarekî şoreş ger bû.
Îro di demjimêr 08.00’an de bi organîzeya Saziya Malbatên Şehîdan û Komeleyên Ciwanên Mexmûrê li Saziya Malbatên Şehîdan gerîlayê HPG’ê Kurtay Fereşîn ku di Adara 2013’an de li bejahiya Pîrana Amedê ji ber nexweşiya gurçikan jiyana xwe ji dest dabû bi meresimetî hat bi bîranîn. Di bîranînê de bi sedan kes amade bûn. Bîranînê bi deqîqeyeke rêzgirtin kesên di tekoşîna azadiya Kurdistanê jiyana xwe ji dest destpêkir. Pişt re ji endamê Saziya Malbatên Şehîdan Mamosta Sofî sicîla gerîlayê HPG’ê Kurtay Fereşîn xwedn û Mamosta Sofî da diyar kirin ku, gêrîla Fereşîn ciwanekî kedkarê gelê xwe û ciwanan bû û wê gelê Kurd tu deman dest ji şopa wan ber nede.
Piştî Mamosta Sofî, her yek ji endamên Komeleyên Ciwanan û Meclisa Gel axiftin kirin û endamê Komaleyên Ciwan Cemal Erdal behsa xebata gerîla Kurtay (Mehmed Kiram) kir û da destnîşan kirin ku, “Gêrîla Kurtay bê dudilî di nava têkoşîna gelê Kurd cihê xwe girt û dixebitî. Di gelek qadan kar û xebat da meşan din, ji bo me bo mînakek. Em dê heya dawiyê şopdarên riya wan bimînin, ji ber ku ew ronahî ya riya me ne. Ji bo ku heval Fereşîn hertim di bîra me de bimîne û neyê ji bîrkirin ji niha û şûnde em dê navê Komeleyên Ciwanên Mexmûr bi navê Kurtay Fereşîn bi nav bikîn.”
Biranîn bi bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin” bi dawî bû.