Li Wargeha Mexmûr ji bo gerîla Felat mewlûd
Li Wargeha Mexmûr ji bo gerîla Felat mewlûd
Li Wargeha Mexmûr ji bo gerîla Felat mewlûd
Piştî nasnameya gerîlayê YRK’ê Felat Malat hate aşkerakirin, di roja sêyem ya konê sersaxiyê ji bo gerîla Felat Malat hat danîn mewlûd hate dayîn.
Gerîlayê Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) Hesen Kara bi nasnav Felat Malat ku li Rojhilatê Kurdistanê di encama kemîna çeteyan de bi 4 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest dabû, li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem roja 15’ê Cotmehê nasnameya wî hatibû aşkerakirin. Piştî îlankirina gerîla Felat li mala wî konê sersaxiyê hate vedan. Di roja sêyem a konê sersaxiyê de mewlûd hate dayîn. Di konê sersaxiyê de wêneyek mezin ê gerîla Felat û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daliqandibûn. Her wiha li ser maseyê ala PKK’ê li ser bû, wêneyêk çarçovekirî yê Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û du birayan Welat û Felat hatibû bicih kirin.
Piştî deqeyek rêzgirtinê, li ser navê saziya malbatê şehîdan Mamoste Mela Elî, li ser navê malbatê jî bavê gerîla Felat, Yûsif Kara û keça wî ya gerîla Nalîn, li ser navê rêveberiya wargehê jî Sînan Herekol li ser girîngî û wateya cangoriyên têkoşîna azadî û demokrasiyê axivîn.
Piştî axaftinan sînevîzyona der barê cangoriyên têkoşîna azadiyê, axaftina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a têkildarî şehîdan û hinek dîmenên gerîla Felat hate pêşkêşkirin. Di dema pêşkêşkirina sînevîzyonê de kêliyên hestiyar rû dan. Piştî sînevîzyon qediya, bi dehan kesên beşdarî mewlûdê bûn bi yekdengî dirûşmayên, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Şehîd namirin’ qîrkirin û di dawiyê de jî xelk dawetî serxwarinê hate kirin û piştî xwarinê girse belav bû.