Li wargeha Arîn Mîrxan wê bi zimanê dayikê jiyan bê hûnandin
Li wargeha Arîn Mîrxan wê bi zimanê dayikê jiyan bê hûnandin
Li wargeha Arîn Mîrxan wê bi zimanê dayikê jiyan bê hûnandin
Li Wargeha ji Konan a Arîn Mîrxan ku HDP, DBP û KCD'ê ji bo Kobaniyan amade kir, ku ji 21 taxan pêk tê û wê 4 hezar kesî vehewîne, bi komunên kolanan û meclîsên taxan wê pirsgirêk bên tespîtkirin û çareserkirin. Li wargehê wê bi zimanê Kurdî jî perwerde bê dayîn.
Ji bo bi hezaran Kobaniyên di encama êrîşên çeteyên DAIŞ'ê de xwe li Pirsûsê girtin, bi pêşengiya HDP, DBP û KCD'ê Wargeha Konan a Arîn Mîrxan, ku ji 21 taxan pêk tê û 4 hezar kesî wê vehewîne, hat vekirin. Kampa ku ji aliyê dilxwazan ve hat çêkirin, wê bi avakirina komunên kolanan û meclîsên taxan re xwe bi xwe birêve bibe. Li wargeha ku ti tevkarî û alîkariya AFAD'ê lê nehatiye kirin, tê gotin ku her cihê rengî wê xwe îfade bikin.
WÊ MECLÎSÊN TAXAN BÊN AVAKIRIN
Endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Cîhat Înco ku xebatên damezrandina wargeha ji konan dimeşîne da xuyakirin ku li her taxa wargehê wê rêveberiyek ji jin û mêran bê avakirin, hemû pirsgirêkên wargeha ji 21 taxan ji aliyê rêveberiyê ve bên tespîtkirin û ji bo çareseriya pirsgirêkan proje bên afirandin. Înco ragihand ku meclîsa giştî ya wargehê jî wê pirsgirêkên ku rêveberiyên taxan nikarin çareser bikin, di çareseriya wan de rolê bileyze. Înco diyar kir ku pirsgirêkên tenduristiyê jî wê li navendên tenduristiyê yên li koneyniran ji aliyê Komîteya Tenduristiyê ya KCD'ê ve hatine avakirin, bên çareserkirin.
WÊ BI ZIMANÊ DAYIKÊ PERWERDE BÊ DAYÎN
Înco da zanîn ku ew ê li wargeha bi kedeke kolektîf ava kirine, ji bo li ser her mijarê nîqaş karibe bê meşandin semîner û panelan jî organîze bikin û got, "Ji bo xebatên perwerdeyê yên li wargehê, konekî ji 30 metreyî tê vedan. Li wargehê wê bi zimanê dayikê perwerde bê dayîn."
ZAROK NEHATIN JIBÎRKIRIN
Înco diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên psîkolojiya şer û perwerdeyê ya zarokan ew ê xebatên civakî li binê konekî mezin bimeşînin û got, "Her wiha wê li wargehê ji bo zarokan qadên jiyan û lîstikê yên weke parkê bên avakirin."
'AKP DIXWAZE BIBE ASTENG'
Înco da xuyakirin ku di avakirina wargehê de AFAD, ÎHH û Kizilay bi ti awayî nebû alîkar û destnîşan kir ku burokratên AKP'yî yên di her firsendê de îdîa dikin ku ji 200 hezar Kobaniyan re "hembêza xwe vekirine" xwestine vê xebata wan asteng bikin.
Înco kampên mezin ên hikûmeta AKP'ê li Serêkaniyê û Akçakaleyê ji bo penaberan vekiriye bibîr xist û got, "Ji bo mirov dejenere bibin, li wir hemû şert û merc hatine afirandin. Mirovên ku qet bi Tirkî nizanin, bingehek ji wan tê amadekirin ku bibin nîjadperest. Hewl didin Tirkî hînî mirovan bikin. Dixwazin ji şert û mercên şer sûdê werbigirin. Me ev polîtîkaya wan dîtin û nîşan dan ku ev gel bêxwedî nîne."