Li Wanê xwepêşandêrê birîndar bû jiyana ji xwe dest da

Li Wanê xwepêşandêrê birîndar bû jiyana ji xwe dest da

Hamdî Canerê li taxa Serhat a Wanê di xwepêşandê de, di encama gulebaranê de birîndar bibû jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, Hamdî Caner (55) ku di encama xwepêşandanên vê êvarê li Wanê de birîndar bibû, li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Wanê jiyana xwe ji dest da. Caner, di encama gulebaranê de, guleyek li singê wî ketibû û birîndar bibû.