Li Wanê polîs bi guleyên rastî êrîşî gel dikin
Li Wanê polîs bi guleyên rastî êrîşî gel dikin
Li Wanê polîs bi guleyên rastî êrîşî gel dikin
Piştî cenazeyê Hamdî Caner ê ku di pevçûnên li Wanê de jiyana xwe ji dest da hate definkirin polîsan êrîş li girseya de bi meşê kir, kir û pevçûnan destpê kir.
Cenazeyê Hamdî Caner ê ku duh li Wanê di pevçûnan de jiyana xwe ji dest da bi tevlîbûna hezaran kesan hate definkirin. Welatiyên li taxa Buzhaneyê hatin cem hev cenazeyê Caner bi dirûşmayên "Şehîd namirin" û "Bijî berxwedana YPG'ê" birin Goristana Selîmbeyê. Parlementerê HDP'ê Ozdal Uçer, rêveberên DBP û HDP'ê û gelek welatî tevî merasîma cenaze bûn. Di merasîmê de sirûda "Çerxa Şoreşê" hate xwendin û rêzgirtin pêk hat. Piştî wecîbeyên olî cenazeyê Caner hate definkirin. Piştî karên definkirinê Parlamenterê HDP'ê Ozdal Uçer axivî û diyar kir ku ew dê hesabê ji kesên Caner qetil kirin bipirsin.
Piştî definkirin cenazeyê polîsan êrîşî girseyê kir û hate hîn bûn ku agahî ji Serokê DBP’a Wanê Musa Îtah nayê girtin. hefteya buhrî midûrê polîsa Îtah hedef nîşan da û tehdîdên wekê ‘lêxin bikujin’ kiribû. Girseya ku di nav de Parlamenterê Wanê Ozdal Uçer jî heye li Parka Kultur dipê. Lê polîs bi guleyên rastî êrîşê gel dike.