Li Wanê pevçûnên dijwar

Li Wanê pevçûnên dijwar

Li Wanê bi armanca xwedîderketina li berxwedana Kobanê di navbera  bi dehhezaran kesên daketin qadan û polîsan de pevçûn li navenda bajêr jî didomin.

Çalakiyên Kurdistaniyên êrîşên çeteyên DAIŞ ên ser Kobanê şermezar dikin dewam dikin. Ji bo şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ li Wanê bi dehhezaran daketin qadan, pevçûnên di navbera welatiyan û polîsan de berdewam dikin.

Li Wanê bi dehhezaran kesên li taxan, cadde û kolanan kom bûn polîsan bê hişyariyek bidin bi guleyên plastîk, gaza îsot û ava şid êrîş kirin. Gel jî bi keviran bersiva êrîşa polîsan dide. Li Wanê dikandaran ji bo piştgiriya bi berxwedana Kobanê re dikanên xwe venekirin, helîkopterên polîsan tevahiya rojê di ser bajêr re firiyan. Di pevçûnên derketin de avahiyên AKP’ê ên navçe û bajêr, wesayîtên Kizilay, marketên BÎM û A101, avahî û wesayîtên aîdî Parlamenterê berê yê AKP’ê yê Wanê Kayhan Turkmenoglu, avahiyên PTT û gelek wesayîtên hat tespîtkirin ên sempatîzanên DAIŞ in hatin şewitandin. Li gelek nuqteyan panzerên polîsan hatin şewitandin. Di bûyeran de bi dehan kes ji cihên xwe yên cuda birîndar bûn.

Li ser dijwarbûna bûyeran Parlamenterê Wanê yê HDP’ê Ozdal Uçer, endamê PM a HDP’ê Cuneyt Canîş, Parlamenterê DBP’ê yê Bajarê Wanê Musa Îtah, nûnerên Saziyên Civaka Sivîl û bi sedan kes li Parka Feqiyê Teyran hatin gel hev. Li ser axaftinan polîs a “Wan di nava agir de ye, magaza tên şewitandin, cam tên şikandin” endamê PM a HDP’ê Cuneyt Canîş ev bersiv da: “Li cihekî can lê winda dibin ti wateya caman nîn e.”

Komê ku hişyariyên polîsan ên “belav bibin” berçav negirtin, dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Di çalakiya rûniştinê de Parlamenterê Wanê yê HDP’ê Ozdal Uçer ku daxuyaniya çapemeniyê da got ku wê li hemberî tevkariya AKP û DAIŞ ên li Kobanê komkujiyan dikin bêdeng nemînin.

Uçer diyar kir gelê Kurd li hemberî êrîşên DAIŞ li her cihê rabûne ser piyan û wê serhildanên xwe berdewam bikin û wiha got: “AKP tu çi dikî bike wê ev gel ji azadiya xwe veneger e. Lehengên YPG’ê hesabên te û hevalbendê te DAIŞ’ê serûbin kirin. Teqez dest ji van polîtikayên komkujiyê berdin.”

Uçer diyar kir heya polîs dorpêça li bajêr ranekin wê çalakiya xwe ya rûniştinê berdewam bikin. Şer û pevçûnên li navenda bajarê Wanê jî didomin. Dûmana bilind a li ser bajêr dijwariya pevçûnan a li bajêr derdixe holê.