Li Wanê parasitina bi Kurdî hate astengkirin
Li Wanê parasitina bi Kurdî hate astengkirin
Li Wanê parasitina bi Kurdî hate astengkirin
Li Wanê, di runiştina doza 6 kesên 3 jê girtî tên darizandin de heyeta 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran destûr neda bersûc xwe bi kurdî biparêzin.
2'emîn rûniştina doza 6 kesên 3 jê girtî tên darizandin li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hate dîtin. Bersucên ku bi hinceta "Endamtiya rêxistinê" tên darizandin yên bi navê Naîme Tucî, Surmelî Eşsîz, Abdurahman Ozer ên girtî tên darizandin, Mehmet Elmasê negirtî tê darizandin û parêzer tevli rûniştinê bûn. Dozger di runiştinê de xwest ku kesên hatine girtin neyên berdan. Piştî vê bersucan mafê parastinê girt û xwestin xwe bi kurdî biparêzin. Heyeta dadgehê destûr neda parastina bi kurdî û mafê axaftinê da parêzeran. Parêzerê bersucan Şahîn Candemîr jî di parastina xwe de ji muwekîlê xwe re tehilye xwest.
Piştî parastinan heyeta dadgehê biryar da ku kesên girtî cardin girtî bên darizandin û îdîayên hatine pêşkeşkirin jî cardin di ber çav de werin derbaskirin.
Heyeta dadgehê her wiha doz taloqê 24'ê cotmehê kir.