Li Wanê ji bo Ocalan meş
Li Wanê ji bo Ocalan meş
Li Wanê ji bo Ocalan meş
Li Wanê, bi armanca balkişandina ser rewşa tenduristiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, meşek hat lidarxistin.
Girse li ber konê fitarê ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ve hatvedan li hev civiya û heta Kolana Hunerê meşiya. Parlamenterê Wanê yê BDP'ê Ozdal Uçer, Şaredara Sixkê Nezahat Erguneş, endamên TUYAD-DER, HDP, HDK, DOKH, dayikên aştiyê, MEYA-DER, ÎHD, KURDÎ-DER, NÇM, endamên meclisa şaredariyê û gelek kes tevli çalakiyê bûn.
Di meşê de alên PKK û KCK'ê hatin hilgirtin. Ji ber ku polîsan nexwestin di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bên hilgirtin alozî derket û parlamenter Uçer nehişt polîs dest bidin ser posteran.
Li Kolana Hunerê li ser navê girseyê Hevseroka BDP'a Wanê Fîgen Yaşar daxuyanî da û balkişand ser pirsgirêka tenduristiyê ya Ocalan û got: "Pirsgirêka kurd û tenduristiya birêz Ocalan girêdayî hev in. Pêwîst e di vê pêvajoyê de mijara tenduristî, ewlehî û azadiyê ya birêz Ocalan bi hev re bên destgirtin. Divê birêz Ocalan ji aliyê heyekete doktoran ya serbixwe bê tedawîkirin."
Yaşar destnîşan kir ku divê AKP dev ji polîtîkayên sabotekirina pêvajoyê berde û wiha axivî: "Gelê me di mijara tenduristiya birêz Ocalan de pir hesas e. Em bang li AKP'ê û Wezareta Dadê dikin ku demildest heyeta doktoran bişînin Îmraliyê."
Parlamenter Ozdal Uçer anî ziman ku destdirêjiya li hember posterê Ocalan destdirêjiya li hember rûmeta gelê kurd e û got: "Parlamenterên Wanê yên AKP'î her roj ji polîsan re dibêjin wan binçav bikin. Em bi dîsîplînê hatin van rojan û em vê dîsîplînê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gerîla û berxwedêrên zindana hîn bûn. Ez li vir bangî parlamenterên AKP'î dikim. Careke din planên wiha pêk neynin. Ger ji bo daxuyaniyên me destur neyê dayîn, em jî destur nadin ti AKP'î derkeve kolanan. Hinceta polîsan a astengkirinê binêrin, ji ber tendûristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanî tê dayîn. Ji ber ku posterê birêz Ocalan heye dixwazin meşê asteng bikin. Gelo rayedarên dewletê bi kî re ji bo çareseriyê hevdîtinê pêk tînin. Bi birêz Ocalan re hevdîtinê pêk tînin. Destê ku dirêjî posterê birêz Ocalan dibe, dirêjî rûmeta gelê kurd dibe."
Piştî daxuyaniyê ciwanan li Kolana Cumhuriyetê li gel Uçer û rêvebirên BDP'ê meşa nîzamî pêk anîn û slogan berz kirin. Polîsan bi kamerayê dîmen girtin û di navbera Uçer û polîsan de alozî derket. Piştî ku BDP'î hatin avahiya BDP'ê wesayîtên zirxî yên polîsan hatin li nêzî avahiya BDP'ê.
Li gorî agahiyan 4 kes ji aliyê polîsan hatin binçavkirin.