Li Wanê dijî girtinan nerazîbûn
Li Wanê dijî girtinan nerazîbûn
Li Wanê dijî girtinan nerazîbûn
Li Wanê ji aliyê Serokatiya DBP’ê ya Bajarê Wanê binçavkirin û serdegirtinên malan ên piştî çalakiyên Kobanê destpê kirin bi daxuyaniyeke çapemeniyê ya li ber avahiya Edliyeyê hat şermezarkirin. Di daxuyaniyê de Serokê DBP’ê yê Bajarê Wanê Musa Îtah ku axivî, got: “Ger binçavkirin berdewam bikin wê gelê me ji bo parastina zarokên xwe nobetê bigirin.”
Binçavkirin û girtinên li Wanê yên piştî çalakiyên hefteya buhrî yên xwedîderketina li Kobanê destpê kirin didomin. Heya niha ji sedan zêdetir kes hatine binçavkirin, polîs li Wanê bi taybet di serdegirtin û êrîşên şevê bi ser malan de binçavkirinên xwe didomînin. Li ser zêdebûna binçavkirin û serdegirtina malan, Rêxistina DBP’ê ya Bajarê Wanê li ber Qesra Edliyeya Wanê daxuyaniya çapemeniyê pêk anîn. Serokê DBP’ê yê Bajarê Wanê Musa Îtah, rêveberên bajêr, Seroka DBP’ê ya Navçeya Tuşba Hacer Kaya û endamên Meclîsa Şaredariyê jî tevlî daxuyaniyê bûn.
‘GELÊ ME WÊ ZAROKÊN XWE BIPARÊZIN’
Di daxuyaniyê de Serokê DBP’ê yê Bajarê Wanê Musa Îtah ku axivî, got: “Em li dijî neheqî û bê edaletiya li hemberî gelê me yê li dijî çeteyên DAIŞ dengê xwe bilind kirine, tên kirin îro li vir kom bûne. Bêyî delîleke hiqûqî hebe mirovên me dixin girtîgehan. Em li vir dibêjin ku ev nêzîkatiyeke pir bi talûke ye. Em dixwazin li vir bêjin ger ev wiha dewam bike wê gelê me jî refleksa parastina xwe bixe meriyetê.”