Li Wan û Edenê, Şoreşa Rojava hat silavkirin
Li Wan û Edenê, Şoreşa Rojava hat silavkirin
Li Wan û Edenê, Şoreşa Rojava hat silavkirin
Bi armanca silavkirina Şoreşa Rojava, li navenda Wanê meş û li navçeya Sixkê jî şahî hat lidarxistin. Li navçeya Edene Seyhanê jî bi şahiyekê hat destnîşankirin ku şoreşa Rojava şoreşa Kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê têdikoşin e.
LI NAVENDA WANÊ CIWAN DAKETIN KOLANAN
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Welatparêz (YDG-H) û Jinên Ciwan ên Şoreşger û Welatparêz (YDG-K) ji bo balê bikşînin ser tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Şoreşa Rojava silav bikin li taxên Şabaniye û Hacibekîrê bend danîn û agir dadan.
Li ser destwerdana polîsên Tirk a bi maşînên zirxî "akrep" û "toma" pevçûnên dijwar rû dan. Ciwanan bi kevir, molotof, fîşekên hewayî û bombeyên deng bersiv dan êrışa polîsan a bi ava şid û axa bi derman. Di encama berxwedana bi sedan ciwanên çalakger de, polîs neçar man vekişin.
Piştî polîs vekişiyan, ciwanan daxuyaniyek dan û destnîşan kirin ku ew xwedî li xeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK'ê derdikevin.
Piştî daxuyaniyê, li kolana Suremlî ya taxa Hacibekîr di navbera polîs û ciwanan de dîsa pevçûn derket û heta derengiya şevê dewam kir. Di dema destwerdanê de polîsan her weha ava şid berdan malên derdorê û şibakeyên gelek xaniyan şikestin. Ji ber ava şid a bi derman a polîsan, nexweşekî temendirêj bêhal ket û ew rakirin nexweşxaneyê. Hat ragihandin polîsan gelek kes kirine binçavan.
LI SIXKÊ JI BO ROJAVA ŞAHÎ
Şaredariya Navçeya Wan Sixkê jî ji bo Rojava şahiyek lidar xist. Di şahiya bi beşdariya girseyî de Hevserokê BDP'ê yê Wanê Mûsa Îtah axivî û destnîşan kir ku çi dibe bila bibe ewê li gel Rojava bin. Îtah bersiv da gefên hikûmetê yên li hemberî Rojavayê Kurdistanê û got, "Em ji vê derê ji hikûmetê re vê dibêjin; Eger hûn dest li Efrîn, Kobaniyê werdin, li vê derê Wan, Êlih, Colemêrgê ji bîr nekin. Emê li vê derê, ji bo wan bi her rengî têbikoşin."
Piştî axaftinan komên muzîkê derketin ser dikê û şahî heta derengiya şevê dewam kir.
LI SEYHANA EDENÊ ŞAHIYA GEL
Rêxistina BDP'ê ya navçeya Edene Seyhanê jî bi armanca silavkirina 1. salvegera Şoreşa Rojavayê Kurdistanê li ber nûneriya partiyê ya li taxa Gulbahçe şahiyeke gel organîze kir. Beriya şahiyê, ji hezaran beşdariyan re xwarina fitarê hat dayîn. Dûre girseya gel li ber stranên hunermendên NÇM'ê govend gerandin.
Piştî meşa bi meşale ya komeke ciwanên rûpêçandî, deqeyek rêz hat girtin û şahiyê destpê kir. Di axaftinên li şahiyê de hat xwestin, tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê sererastkirin. Axaftvanan bal kişandin ser girîngiya Şoreşa Rojava ya ji bo gelê Kurd û destnîşankirin ku ev şoreş şoreşa tevahiya Kurdên li çar parçeyên Kurdistanê li ber xwe didin e.