Li Wan û Amedê tevgera hewayî
Li Wan û Amedê tevgera hewayî
Li Wan û Amedê tevgera hewayî
Hat ragihandin, li navçeya Wan Mehmûdiyê, bi helîkopteran ji danê sibê ve hejmareke zêde tîmên taybet li qereqola jendermeyan a li Deriyê Sînor ê Kapikoyê tên bicihkirin.
Hat hînbûn, 6 helîkopterên leşkerî jî li herêmê keşif kirine û ji herêmê derketine.
Di vê navberê de li 2. Fermandariya Hêzên Hewayî ya Taktîkê ya Amedê, balafirên şer ji 8. Baregeha Jet a Bingehîn rabûn.
Nayê zanîn ka balafirên şer ber bi kîjan herêmê ve firiyane.