Li Wan Erdexan û Nisêbînê 24 kes hatin girtin

Li Wan Erdexan û Nisêbînê 24 kes hatin girtin

Ji kesên ku li Wanê di encama êrîşên polîsên Tirk ên li dijî xwepêşandanên bi armanca piştgiriya bi Kobanê re hatibûn binçavkirin, 8 jê zarok bi giştî 17 ke hatin giryin. Li Erdexanê 6 û navçeya Nisêbîna Mêrdînê jî 2 kes hatin binçavkirin.

WAN

Li Wanê, di çalakiyên ku çar rojan berdewam kirin de û rastî êrîşa polîsan hatin, di pevçûnan de 24 kes hatin binçavkirin. Ji van 2 kes li dozgeriyê serbest hatin berdan û ji 22 kesên veguhastin dadgehê 5 kes hatin berdan. 17 kesên ku 8 ji wan zarok in, bi hinceta “Endamên rêxistinê ne”, “ziyan dane malê gelemperiyê” û “li dijî polîsan rabûne” hatin girtin û şandin girtîgehên Tîpa F û M yên Wanê.

Li Wan û navçeyên wê 178 kes hatibûn binçavkirin. Li gel 17 kesên îro hatin girtin, hejmara kesên hatin girtin gihişt 78  û ji van 13 zarok in.

ERDEXAN

Li bajarê Erdexanê jî 5 kesên di çalakiyên protestoyî yên ji bo Kobanê hatibûn binçavkirin, hatin girtin. Navê kesên bi hinceta “propagandaya rêxistinê kirine hatin girtin wiha ne: Burhan Dursun, Necati Dogan, Taner Keleş, Serkan Balcı, Burhan Uymaz.

NISÊBÎN

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di çalakiyên ji bo piştgiriya Kobanê de 2 kesên bi navê Tenzîla Irmak û Mesut Aslan bi îdîaya ji wesayîta ku DBP’ê kirê kiriye ji bo derabe bên girtin anons kirine hatin girtin. Irmak û Aslan ê sewqî dozgeriyê hatin kirin piştî îfadeyên li dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Dadgehê der barê Irmak û Aslan de biryara girtinê da û ew şandin Girîtgeha Tîpa E ya Mêrdînê.