Li Ûrmiyeyê navên Kurdî hatin qedexe kirin

Li Ûrmiyeyê navên Kurdî hatin qedexe kirin

Ji aliyê Rejîma Komara îslamiya Îranê ve Siyaseta tinekinê li ser çanda Kurdî berdewame. Di vê çarçoveyê de li bajarê Ûrmiyeyê yê Rojhilatê Kurdistanê navên Kurdî ên li ser deriyên dikanan û kargehan hatin qedexe kirin.

Di berdewama siyaseta Rejîma Komara îslamiya Îranê ya li ser hebûna gelê Kurd û ji holê rakirina nasname ya gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê, Serokê Komeleya Karûbarên Pîşeyî yê bajarê ûrmiyeyê bi fermannameyekê  ji derveyî wan navên bi zimanê Farisî hatine nivîsan din hemû navên din qedexe kirin.

Di fermana Serokê Komeleya Karûbarên Pîşeyî ya bajarê Ûrmiyeyê de hatiye destnişan kirin ku, “Li gorî biryara Lijneya Wezîran her navekî li ser dergehê dikanan û kargehan hatine nivîsandin divê bi zimanê farisî be”

Ev biryara Serokê Komeleya Karûbarên Pîşeyî  tenê navên dikanan û kargehan sinordar nîne. Her wiha di dema hilbijartinan de jî navê gelek kesan red dike. Ji ber ku ne bi zimanê farisî yan ji erebî bûn.

Ji berîya niha jî li bajarê Kirmaşan û Sine eşkere bibû ku berpirsên Perwerdeyê û Civakî hewildabû li dibistanan rê li pêşiya axaftina zimanê kurdî bigre.

Komara Îslamiya Îranê ji derveyî zimanê farisî tu zimanên din bi fermî na pejirîne û rê li pêşiya perwerde û axaftina  zimanê gelên din digire.