Li Urmiye û Kirmanşanê çalakiyên ji bo Kobanê

Li Urmiye û Kirmanşanê çalakiyên ji bo Kobanê

Çalakiyên Kurdan ên bi armanca piştgiriya bi Kobanê re, ku li tevahiya Kurdistanê û cîhanê belav dibin, li Rojhilatê Kurdistanê her ku diçe berfireh dibin. Di xwepêşandanên li Urmiyeyê de 4 kes hatin binçavkirin û tê payin ku sibê li Kirmanşanê çalakiyek bê lidarxistin.

Xwepêşandanên ji bo piştgiriya bi Kobanê re li Rojhilatê Kurdistanê belav dibin. Ciwanên Welatparêz li bajarê Urmiyeyê çalakiyek li dar xistin û di çalakiyê de kes hatin binçavkirin. Tê payin ku sibê li Kirmanşanê jî çalakî bê lidarxistin.

URMIYE

Duh bi pêşengiya Ciwanên Welatparêz li Urmiyeyê çalakiyek hate lidarxistin û di encama mudaxeleya hêzên ewlehiya rejîma Îranê de 4 kes hatin binçavkirin. Çalakî duh li ber avahiya sefaretxaneya Tirk a li Urmiyeyê pêk hat û piştî 10-15 deqeyan polîsên rejîma Îranê mudaxele kirin. Di çalakiyê de dirûşimên dilsoziya bi Kobanê û YPG’ê re hatin gotin.

Hate ragihandin ku wê îro li Parka Toxmîmorxî ya Urmiyeyê saet 16.00’an ji aliyê Ciwanên Welatparêz ên Urmiye ve çalakiyeke şermezarkirinê bê lidarxistin.

KIRMANŞAN

Hat ragihandin ku wê 10 cotmehê li yek ji mezintirîn bajarên Rojhilatê Kurdistanê Kirmanşanê xwepêşandaneke girseyî bi armanca piştgiriya bi Berxwedana Kobanê re bê lidarxistin. Komîteya Amadekar  banga tevlîbûna çalakiyê li gelê Kirmanşanê kir.