Li Ûkraynayê agirbesta Noel û sersalê
Yekîneyên ser bi hikûmeta navendî ya Ûkraynayê û komên Rûs ên alîgirê serxwebûnê, ji bo agirbest xera nebe li hev kirin ku bi wesîleya noel û sersalê, bi hesasiyeteke zêdetir tevbigerin.

Nûnerê Serokkomar Petro Poroşenko yê ji muzakereyê berpirsyar Darka Olîfer bi rêya hesabê xwe yê Facebookê daxuyaniyek weşand û ragihand ku li paytexta Belarûs Mînskê li hev hatiye kirin. Olîfer diyar kir ku di hevdîtinên bi komên Rûs de, ji bo 'agirbesta sersalê' li hev hatiye kirin û da zanîn ku agirbesta 'bê şert û giştî' ji duh bi şev û pê ve destpê kiriye.
Şêwirmendê Ûkraynayî da xuyakirin, ku ji bo gelê li Donetks û Lûhansk ê piraniya wan Rûs e 'noel û sersalê bi awayekî aştiyane derbas bikin' ev biryar hatiye dayîn.
Li rojhilatê welêt herêmên Donetsk û Lûhanskê, şer ji Nîsana 2014'an û vir ve tevî agirbestan jî dewam dike. Herî dawî di meha Îlonê de li Mînskê agirbest ahtibû îlankirin, lê ev agirbest jî hatibû binpêkirin.