Li Tûnûsê şerê dijwar: Herî kêm 45 kes mirin
Di şerên li sînorê Tûnûsê ya bi Lîbyayê re, herî kêm 28 jê endamên koma tundraw, 45 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Di şerên li sînorê Tûnûsê ya bi Lîbyayê re, herî kêm 28 jê endamên koma tundraw, 45 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Di şerên li sînorê Tûnûsê ya bi Lîbyayê re, herî kêm 28 jê endamên koma tundraw, 45 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gor agahiyên rayedaran, şer li başûrrojhilatê welat, Ben Gûerdane qewimiye.
Hate ragihandin ji endamên koma tundraw a ku êrîşî avahiyên hêzên ewlehiyê kirine, herî kêm 28 hatine kuştin.
Hat daxuyakirin k udi şer de 10 endamên hêzên ewlehiyê û 7 sivîlan jî jiyana xwe ji dest dane. Di nav ên mirî de 6 jenderme, 2 polîs, xebatkarekî gumrigê û leşkerek jî heye. Tê diyarkirin ku bîlanço dikare hê girantir bibe. Rayedar behsa girtina 6 kesan jî dikin.
Duşemê rayedarên hikûmeta Tûnisê biryar da bû ku deriyê sînor yê Ras Jedîr ê nêzî Ben Gûerdane û deriyên Wazen û Dhebîba bigirin. Li Girava Cerba ku cihekî tûrîstîk e û têketina Ben Gûerdane de tedbîrên ewlehiyê yên zêde hatin girtin.
Hate ragihandin ku beriya êrîşê, nêzî 60 êrîşkar ketine navenda bajêr, banga îsyanê li gel kirine û piştre êrîşî qişlaya leşkerî kirine. Tê gotin ku êrîşkaran ji ambûlansê ambûlansek jî xwestine. Li Ben Gûerdanê di mehên dawî de gelek pêşendan hatibûn lidarxistin.
Ev bajarê 25 kîlometre dûrî sînorê Lîbyayê ye xwedî girîngiyek stratejîk e. Aboriya xwecîhî xwe dispêre qaçaxtiyê. Di salên dawî gelek ciwanên Tûnûsî ji bo tevlî komên wek DAIŞ û El Kaîde bibin ji vî sînorî derbasî Lîbyayê bibûn. Hin vegeriyan û li Tûnûsê êrîşên bi xwîn pêk anîn.