Li Til Temirê 3 şervanên YPG’ê û 2 gundiyan jiyana xwe ji dest dan

Li Til Temirê 3 şervanên YPG’ê û 2 gundiyan jiyana xwe ji dest dan

Li Til  Temirê şervanên YPG’ê rastî kemîna komên çete hatin û di encama kemînê de 3 şervanên YPG’ê û 2 gundiyan jiyana xwe ji det dan.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên Yekîneya Parastina Gel (YPG)’ê hatine bidestxistin, yekîneyek YPG’ê şevê din dema ji Til Temir diçû Serêkaniyê li nêzî gundê Soda ket kemîna komên çete. Bi kemînê re pevçûn derketin. Di encama pevçûnan de 3 şervanên YPG’ê yên bi navê Şiyar Qamişlo, Zinar Lokman Berekat û Azad Musa Cenan jiyana xwe ji dest dan. Her wiha welatiyê bi navê Ferhat ku ji Kobanê ji bo xebatê hatibû û dema êrîş pêk hat xwest alîkariya YPG’ê bike û gundiyê bi navê Salih Beko jiyana xwe ji dest dan.

Piştî ku agahiya êrîşê hate girtin, hêzên YPG’ê çûn cihê bûyerê û mudaxeleyî koma êrîşkar kir. Hate hînbûn ku di pevçûnê de koma êrîşkar gelek windahî dane û ji herêmê reviya ye, lê derbarê encaman de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.