Li Tetwanê qeza: 4 mirî
Li Tetwanê qeza: 4 mirî
Li Tetwanê qeza: 4 mirî
Li gundê Alana ê navçeya Tetwana Bedlîsê, wesayîtek qulibî û di encamê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li ser rêya gundê Alanê ya navçeya Tetwanê ya Bedlîsê qezaya trafîkê çêbû. Wesayîta ku kesê bi navê Omer Kan a plakaya 01 AFD 96 diajot qulibî. Di encama qezayê de Omer Kan (30), hevsera wî Îlknur Kan (30) keça wî ya yek sali û Dîlek Elverdî jiyana xwe ji dest dan.
Cenazeyên welatiyên jiyana xwe ji dest dan rakirin Nexwexaneya Dewletê ya Tetwanê. Hate zanîn ku der barê qezayê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.