Li Swêdê ji ciwanan kampanya bexşînê ya ji bo Kobanê
Li Swêdê ji ciwanan kampanya bexşînê ya ji bo Kobanê
Li Swêdê ji ciwanan kampanya bexşînê ya ji bo Kobanê
Ciwanên Kurdistanî yên li Swêdê dijîn, bi armanca piştgirîdayîna gelê Kobanê yê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê bi lehengî li ber xwe dide, kampanyayeke bexşînê dan destpêkirin.
Kampanya li ser Facebookê hat destpêkirin ku di roja destpêkê de bi sedan kes tevlî bûn. Di nava 24 saetan de 100 hezar kron alîkarî hatin komkirin. Li gorî kampanyayê, kesek li ser Facebookê sê kesan namzet nîşan dide û jê dixwaze ku pere li hesabê Heyva Sor razîne û meqbûza wê jî di profîla xwe ya Facebookê de biweşîne. Kesên pere dişîne her wiha sê kesan namzet nîşan dide.
Rêbaza mijara gotinê, berhema ciwanên Kurd Garîp Guneş ê li Stockholmê dijî û Ergîn Evrîm Kara yê li bajarê Trollhättan'ê dijîn e. Garîp Guneş ê ji Nisêbînê, yek ji damezrînerên koma Facebookê ya bi navê "Ji bo serxwebûna Kurdistanê nifşekî nû" e ku 8 hezar endamên komê heye.
Guneş der barê kampanya bexşînê de bersiv da pirsên me û destnîşan kir ku dorpêçiya giran a li ser Kobanê û neçarmayîna bi sed hezaran Kobaniyan a derketina ji xaka xwe, di nava Kurdên li dîaspora de rê li ber hêrseke mezin vekiriye. Guneş da xuyakirin ku gelek Kurdistanî dixwaze alîkariyê bide gelê Kobanê lê nizane vê alîkariyê çawa bişîne.
Guneş anî ziman ku dîmenekî li Youtubeyê, ku jineke Kobaniyê tê de digot ew nikare ji zarokên xwe yên 2-3 salî re xwarinê bibîne bandorek mezin li wî kiriye û li ser vê yekê pêşniyar kiriye ku li ser Facebookê ji bo gelê Kobane alîkariya pereyan bide destpêkirin û bi pêşniyara ciwanên din re wan rêbazeke bi vî rengî ya bexşînê hilbijartine.
Guneş got, "Di bin dorpêçiya giran a Kobanê de mirov dixwazin tiştekî bikin û destekê bidin berxwedanê. Lê belê mixabin nikarin biçin û tevlî berxwedanê bibin. Qet nebe bi alîkariya pereyan dikarin ji gelê Kobanê re bibin alîkar. Di encama kampanyaya me de di nav 24 saetan de 100 hezar kron hat berhevkirin." Guneş bang li ciwanên Kurd ên li dîasporayê kir ku ji bo Rojava û Kobanê kampanyayan organîze bikin.
Yên dixwazin tevlî kampanyayê bibin dikarin li hesabê Plusgiro 228676-3 Kobanê binivîsînin û bexşa xwe bikin.