Li Swêdê ji bo Kobanê çalakiyên girseyî
Li Swêdê ji bo Kobanê çalakiyên girseyî
Li Swêdê ji bo Kobanê çalakiyên girseyî
Li gelek bajarên Swêdê bi armanca protestokirina çeteyên DAIŞ’ê çalakî pêk hat. Li Gavleyê ev hefteyeke çalakî pêk tên û li Goteborgê bi tevlîbûna 5 hezar kesî çalakiya herî mezin a salên buhrî ya Goteborgê pêk hat.
STOCKHOLM
Li Stockholmê çalakiya greva birçîbûnê hatibû destpêkirin di roja 3’emîn de li qada Sergel didome. Nûnerên partiyan axivîn û DAIŞ protesto kirin. Bang li NY, YE û hikûmeta Swêdê hat kirin ku mudaxaleyî çeteyên DAIŞ’ê bikin.
Axaftvanan diyar kirin ku divê hikûmeta Swêdê desthilatdariya AKP’ê protesto bikin. Hunermendên Swêdî û Kurdistanî stran ji bo Kobanê gotin.
GOTEBORG
Li Goteborgê jî êrîşên DAIŞ’ê yên li hemberî Kobanê hatin protestokirin.
Nêzî 5 hezar kesî tevlî çalakiyê bûn û li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk Alî Agirî axaftinek kir, û geşedanên dawî yên Kobanê ragihand û got: “Ya girîng ev e ku Kobanê nekeve destê çeteyan. Kobanê ev 28 roj e di bin êrîşan de ye. Êşên mezin dikişînin, mirî û birîndar hene. Divê Her kes ji bo alîkariyê bikeve nava tevgerê.
Her wiha parlamenterê partiya çep û berdevkê polîtîkaya derve Hans Lînde jî axaftin kir. Lînde jî êrîşên li dijî protestoyên li Kurdistan û Tirkiyeyê pêk hatin bi tundî şermezar kir.
OSTERSUND
Li Ostersundê jî çalakiyek pêk hat. 150 kes tevlî çalakiyê bûn û bertek nîşanî welatên ku êrîşên li ser Kobanê temaşe dikin kirin.
Axaftvanan diyar kir ku ji bo pêşîgirtina qirkirinê divê NY û YE demildest bikevin nava tevgerê.
JONKOPÎNG
Li bajarê Jonkopîng jî bi tevlibûna sedan kesî çalakiyek pêk hat û hate xwestin ku hikûmeta Swêd û welatên Rojava mudaxaleyî DAIŞ’ê bikin.
KOPÎNG
Li bajaroka Kopîng jî Kurd ji bo ku çeteyên DAIŞ’ê şermezar bikin daketin qadan. Di axaftinan de hate diyarkirin ku helwesta hêzên koalîsyon û DYA’yê têrî rawestandina êrîşên li hember Kobanê nake û divê NY mudaxaleyî rewşê bike.
GAVLE
Li bajarê Gavle jî Kurdan çalakiyek girseyî pêk anîn û piştgirî dan berxwedana Kobanê. Li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li qada Sodermalmstorg saet di 12.00’an de Kurd hatin cem hev û ber bi navenda bajêr ve meşiyan.
Partiya Karkeran a Demokrat Sosyal, Partiya Keskan û Partiya Çep jî piştgirî dan çalakiyê.
UMEA
Li bajarê Umea jî Kurd ji bo piştgiriyê bidin gelê Kobanê çalakî pêk anîn. Nêzî 100 kes tevli çalakiyê bûn û Mehrana Bassamî got ku çete tenê êrîşî Kurdan nakin, êrîşê her kesên ku wek wan nafikirin dikin û ji ber vê jî divê her kes li dijî vê têbikoşe.
KALMAR
Li qada Larmorge bi tevlîbûna sedan kesî çalakiyek pêk hat û çeteyên DAIŞ’ê hatin şermezarkirin. Li ser navê girseyê endamê Lijneya Rêveberiya Komeleya Çanda Kurd a Kalmar, Ronja Îsmaîl axivî û got: “Îslamger dixwazin li hemû cîhanê xelîfetiyê ava bikin. Ji ber vê ev ne tenê şerê Kurdan şerê hemû cîhanê ye. Divê NY û YE mudaxaleyî çeteyên DAIŞ’ê bikin.
VAXJO
Li qada Speakers Corner çalakî pêk hat û di axaftinan de hat gotin ku gelê Kobanê bi komkujiyê re rû bi rû ye û ji bo rawestandina komkujiyê bang li sazî û lijneyan hat kirin.
FALKOPÎNG
Di çalakiya ku li qada navenda bajar pêk hat Kurd û Swêdî axivîn û gotin divê alîkarî ji bo gelê Kobanê û gerîlayên li dijî DAIŞ’ê têdikoşin, bê dayîn û xwestin ku terora li dijî Kurdan bê sekinandin.