Li Sûriyeyê hewldana agirbestê
Li bajarê Guta yê li rojhilatê Şamê ye, di encama hevdîtinên navbera rejîmê û Artêşa Sûriyeya Azad û Artêşa Îslamê (Ceyşul Îslam) de agirbest hat ragihandin.
Li bajarê Guta yê li rojhilatê Şamê ye, di encama hevdîtinên navbera rejîmê û Artêşa Sûriyeya Azad û Artêşa Îslamê (Ceyşul Îslam) de agirbest hat ragihandin.
Di çarçoveya nîqaş û biryarên civîna li Viyanayê de agiresta destpêkê ya li Sûriyeyê destpê kir. Li bajarê Guta yê li rojhilatê Şamê ye, di encama hevdîtinên navbera rejîmê û Artêşa Sûriyeya Azad û Artêşa Îslamê (Ceyşul Îslam) de agirbest hat ragihandin.
Di şerê 4 salan ê navbera rejîma Sûriyeyê û komên mûxalîf de, dibe ku gava destpêkê ya ji bo çareseriyê hat avêtin. Herêma agirbest lê hat ragihandin, li rojhilatê Şamê li ser sînorê Lubnanê ye. Beşek ji rojhilatê bajarê Guta di destê hêzên rejîmê, beşek jî di bin kontrola Artêşa Îslamê de ye.
Agirbest wê sibe saet di 06:00 de bikeve meriyetê. Agirbest wê di destpêkê de 15 rojan dewam bike. Eger serketî be wê li gelemperiya welêt bê belavkirin.