Li şûna ku gundên me vala bikin bila leşker dest li DAIŞ'ê werdin

Li şûna ku gundên me vala bikin bila leşker dest li DAIŞ'ê werdin

Şêniyên gundê Etmanekê ku ji ber topên hawanê yên çeteyên DAIŞ'ê bi mirinê re rû bi rû ne, rastî polîtîkaya koçberiya ji neçarî ya salên 90'î tên. Ji şêniyên gund Halîse Elî ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku leşkerên tên gund zexta "Gun vala bikin û ji vir biçin" li wan dikin. Elî ya ku ji ber êrîşên DAIŞ'ê neçar ma Kobanê cihê lê ji dayik bû û lê mezin bû iterikîne û li gundê Etmanekê li cem xizmên xwe bicih bû got, "Li şûna gundên me vala bikin, bila leşker dest li DAIŞ'ê werdin."

Zilma DAIŞ û leşkerên Tirk a li gundê Etmanekê ku kîlometreyekê dûrî Kobanê ye, naqede. Şêniyên gund ên di bin êrîşên DAIŞ'ê yên bi topên hawanê û guleyan dijîn, rastî polîtîkaya koçberiya ji neçarî ya salên 90'î tên. Leşkerên Tirk, ji bo gund bê valakirin her tim zextê li gundiyan dikin.

LI KOBANÊ DAIŞ, LI PIRSÛSÊ ZEXTA LEŞKERAN

Yek ji şêniyên ku li gel zexta leşkeran jî bi biryar e gundê xwe vala neke Halîse Elî ya 40 salî ye. Elî ya ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçar ma cihê lê ji dayik bûye Kobanê biterikîne dibêje, niha jî ew rastî zexta leşkerên Tirk a ji bo valakirina gund tên. Elî got, "Leşkerên Tirk, li şûna valakirina gund bila dest li DAIŞ'ê werdin." Dayika 5 zarokan Elî da zanîn ku DAIŞ'ê li gel Kobanê di heman demê de êrîşî gundê Etmanekê kiriye û got, "Zarokên me li vir jî aramî nedîtin. Bi rojane nikarin razên."

Elî diyar kir ku leşker timî ji wan re dibêjin, "Gund vala bikin, ji vir biçin" û got, "Em ji vir koç bikin, em ê bi ku ve biçin?" Elî destnîşan kir ku gelê Kurd li her cihî arstî zilmê tê.

Elî ragihand ku ew ê serî li ber vê zilm û zextê netewînin û destnîşan kir ku heta berxwedana Kobanê bi ser bikeve, ew ê gundê Etmanekê neterikînin.