Li Stockholmê protestoya "ROJ TV"

Li Stockholmê protestoya "ROJ TV"

Girtina girtina Roj TV, Nûçe TV û MMC a ji aliyê Danîmarkayê ve, li paytexta Swêd Stockholmê hat şermezarkirin.

Biryara Danîmarkayê ya ji bo girtina Roj TV, Nûçe TV û MMC, li ber Sefaretxaneya Danîmarkayê ya li paytexta Swêd Stockholmê bi xwepêşandanekê hat şermezarkirin.

Çalakger saet li dora 13.00'an de li ber Sefaretxaneya Bilind a Kopenhagenê hatin cem hev û xwestin, biryar girtinê were vekişandin.

Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa "Divê azadiya ramanê ji bo gelê Kurd jî derbasdar be" û dowîzên bi nivîsên şermerzarkirna biryara girtinê, hatin hildan û li gel wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PJAK, PYD û PKK'ê hatin vekirin.

Li ser navê xwepêşandêran Hêzil Faisal, nameyek protestoyê radestî rayedarên Sefaretxaneya Bilind a Danîmarkayê kir.

Faisal dûre daxuyaniyek da û bibîr xist ku dewleta Tirk bi dehan salan ziman û çanda gelê Kurd qedexe kiriye û hebûna Kurdan înkar kiriye. Feysel da xuyakirin ku niha jî dewleta Danîmarkayê bi zextan hewl dide medya gelê Kurd bêdeng bike.

Di axaftina li ser navê Konseya Kurd a li Swêdê de jî hat destnîşan kirin ku ji ber Nûçe TV, MMC û Roj TV, komkujiyên medya "bûrjûva" ne dixwest bibe, ji raya giştî ya cîhanê re ragihandin, dewleta Tirk bêzar bûye.

Parlamentera Partiya Çep a Swêdê Amineh Kakabaveh jî diyar kir ku hikûmeta Danîmarkayê di encama hevkarî û bazariya bi dewleta Tirk re hewl dide dengê Kurdan bibire.

Kakabaveh da xuyakirin ku di belgeyên Wikileaksê de derketiye holê ku di navbea Tirkiye û Danîmarkayê de bazariyên qirêj hatine kirin û diyar kir ku di berdêla Serokwezîrê berê yê Danîmarkayê Anders Fogh Rasmussen bibe Sekreterê Giştî yê NATO'yê peyman hatiye morkirin ku çapemeniya Kurd bê girtin.

Kakabaveh ragihand ku di medya Kurd de ne tenê Kurd hemû gelên bindest bi zimanên xwe weşanê dikin û destnîşan kir ku ROJ TV û Nûçe TV çavkaniyên herî mezin in ku rastiyên li Kurdistanê ji raya giştî ya cîhanê re radigihînin.

Kakabeh diyar kir ku weke Partiya Çep ew biryarê bi tundî şermezar dikin û ewê vê yekê di platformên cûda de bînin rojevê û wê her tim helwesta durû ya dewleta Danîmarkayê şermezar bikin.