Li Stenbolê kampanya alîkariya bi Rojava re
Li Stenbolê kampanya alîkariya bi Rojava re
Li Stenbolê kampanya alîkariya bi Rojava re
Li Stenbolê di çarçoveya kampanyaya alîkariya Rojavayê Kurdistanê de, alîkariya hatiye komkirin ji Rojava re hat şandin.
Rêxistinên BDP'ê yên Navçeyên Herêma Duyemîn a Stenbolê û GOÇ-DER'ê, bi boneya piştgiriyê bide gelê Rojava kampanyaya alîkariyê dabûn destpêkirin.
Alîkariyên ku li 12 navçeyan hatine berhevkirin şevê din li Okmeydaniyê li kamyonan hate barkirin û ber bi Rojava re hate bi rê kirin. Hate diyarkirin ku dê ji vir û şûn ve jî kampanya bidome û tiştên hatine berhevkirin dê ji Rojava re bên şandin.