Li Siwêdiyê 5 şervanên YPG'ê jiyana xwe ji dest dan, 15 çekdar mirin
Li Siwêdiyê 5 şervanên YPG'ê jiyana xwe ji dest dan, 15 çekdar mirin
Li Siwêdiyê 5 şervanên YPG'ê jiyana xwe ji dest dan, 15 çekdar mirin
Di pevçûnên li gundê Siwêdiyê yê girêdayî Girkê Legê de 15 êrîşkar hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn. Di pevçûnan de 5 şervanên YPG’ê jî jiyana xwe ji dest dan. Gund ji çekdarên komên ser bi El Qaîdeyê hat rizgarkirin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên YPG’ê hatine girtin, li gundê Siwêdiyê yê di navbera Girkê Legê û Til Koçer de ye, pevçûnên ku ev 3 roj bûn di navbera hêzên YPG’ê û komên çekdar de dom dikirin, di saetên serê sibehê de dijwar bûn. Hate ragihandin ku di encama pevçûnan de zêdetirî 15 çekdar hatin kuştin û gelek jî birîndar bûne.
Di pevçûnan de 5 şervanên YPG’ê jî jiyana xwe ji dest dan. Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku dê sibe nasnameyên 5 şervanan bêne aşkerakirin.
Hate hînbûn ku piştî pevçûnan komên êrîşkar ji gund hatine derxistin û pevçûn niha li gundê Cedaan didomin.
Êrîşên komên çekdar ên ser bi El Qaîdeyê, di 16'ê Tîrmehê de bi êrîşa çeteyên El Nûsra ya li dijî yekîneyeke jin a YPG'ê destpêkiribû û YPG'ê bi darbeyên giran Serêkaniyê ji komên El Qaîdeyî ve rizgar kir.
Komên ser bi El Qaîdeyê yên li Serêkaniyê darbeyên giran xwar, berê xwe da herêma Girkê Legê û hewl bi êrîşan vê herêmê bi dest bixe. Li vê derê jî, YPG'ê bi pêlên çalakiyan komên El Qaîdeyî qewirand û bi darbeyên giran herêm rizgar kir.
Di şerê 4 rojan de zêdeyî 100 çekdarên El Qaîdeyê hatin kuştin, bi dehan çekdar jî birîndar bûn.
Di şer de nêzî 20 şervanên YPG'ê jî jiyana xwe ji dest dan. 6 şervanên YPG'ê îro bi merasîmeke beşdariya bi dehhezaran kesî, hatin veşartin.