Li Siwêdiyê 11 çekdar hatin kuştin

Li Siwêdiyê 11 çekdar hatin kuştin

Li gundê Siwêdiyê yê di navbera Girkê Legê û bajarê Til Koçer de, 11 çekdarên El Nûsra hatin kuştin.

Şerê li herêma Til Koçer di roja 6. de dewam dike.

Çavkaniyên herêmî dan xuyakirin ku di şerê li gundê Siwêdiyê yê navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û rêxistina Dewleta Îslam Iraq û Bîladî Şam/Cephet El Nûsra de, 11 çekdarên hatine kuştin.

Her weha hat ragihandin ku di şer de wesaîteke doçka ya çekdarên El Nûsra, hatiye rûxandin.