Li Siwêdayê zêdeyî 350 kes mirin: Ewlehî ji Durziyan re hate hiştin, Şera Îsraîl sûcdar kir

Di şerê ku bi êrîşa hêzên hikûmeta demkî ya li Şamê ya li ser Durziyan destpê kir de, zêdeyî 350 kes mirin, piştî êrîşên Îsraîlê hêzên Şamê vekişiyan û ewlehî dewrî gelê herêmê kirin. Şera Îsraîl bi derxistina şerê navxweyî sûcdar kir.

Li gorî bîlançoya ku roja pêncşemê ji aliyê Çavdêrxaneya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ve hatî eşkerekirin, dawiya hefteya borî di şerê li wîlayeta Siwêdayê ya li başûrê Sûriyeyê destpê kirî de, zêdeyî 350 kes mirin.

Li gorî SOHR’ê, di bûyerên tundiyê de bi giştî 79 şervanên Durzî, 55 sivîl, 189 endamên artêşê û yan jî ewlekariyê û 18 êrîşkarên Bedewî hatin kuştin. Li ser vê yekê, di êrîşên Îsraîlê de 15 leşker û endamên hêza ewlekariyê hatin kuştin.

Piştî bombebaranên li ser derdora qesra serokatiya li Şamê ya Îsraîlê û biryargeha leşkerî, agirbest hate îlankirin. Piştre hêzên Şamê ji Siwêdayê vekişiyan.

ŞERA ÎSRAÎL SÛCDAR KIR

Di axaftineke ku şeva çarşemê hatî weşandin de, Serokkomarê Demkî Ehmed El Şera Îsraîl sûcdar kir ku welatê wî parçe dike û ber bi şerê navxweyî ve dibe.

El Şera bang li civaka Durzî kir û got, “Parçeyekî rast ê mozaîka vî welatî ne.”

Şera îdîa kir ku ew bi biryar in ku hemû pêkhateyên li Sûriyeyê biparêzin.

EWLEKARÎ DEWRÎ DURZIYAN HATE KIRIN

Şera got, “Komên herêmî, lîderên ruhanî yên Durzî û şêxên zana li Siwêdayê ji ewlekariyê berpirsyar in.”