Li Şirnexê navê 12 tax û 2 qadan bûn Kurdî
Li Şirnexê navê 12 tax û 2 qadan bûn Kurdî
Li Şirnexê navê 12 tax û 2 qadan bûn Kurdî
Li Şirnexê navê 12 tax û du qadên bajêr hatin guhertin û bûn Kurdî. Meclîsa Şaredariyê navê Taxa “Vakitfkent” guhert û kir Taxa Kobanê.
Meclîsa Şaredariya Şirnexê îro di civîna xwe ya meha mijdarê de bi pirdengiyê navên 12 tax û du qadan ên ku Tirkî bû guhert û navê tax û qadan bûn Kurdî.
Guhertin bi pirdengiyê pêk hat. Meclîsa Şaredariyê wê di di rojên pêş de navên ku hatine guhertin ji Walîtiya Şirnexê re bişîne.
Navên tax û qadên hatine guhertin wiha ne:
Yeni mahalle – Taxa Cûdî
İsmet Paşa mahallesi –Taxa Herekol,
Gazipaşa mahallesi –Taxa Fereşîn,
Vakıfkent mahallesi – Taxa Kobanê,
Bahçelievler mahallesi – Taxa Gabar,
Atatürk mahallesi – Taxa Çirav,
Yeşilyurt mahallesi – Taxa Botan,
Gündoğdu mahallesi – Taxa Rojhilat,
Dicle mahallesi – Taxa Kato,
Şehr-i Nuh mahallesi – Taxa Şehrê Nûh,
Aydınlık mahallesi – Taxa Heftenîn,
Cumhuriyet mahallesi – Taxa Besta,
Cumhuriyet meydanı – Qada Azadî
Ömer Kabak meydanı – Qada Aşitî.