Li sinorê Başûr termê pasdarekî hate dîtin
Li sinorê Başûr termê pasdarekî hate dîtin
Li sinorê Başûr termê pasdarekî hate dîtin
Pasdarekî rejîma Komara Îslamiya Îranê li ser xeta sinor nêzî bajarê Merîwanê kuştî hate dîtin. Li gorî pasdar û fermandarên herêmê ragihandin ku pasdar bi xwe xwe kuştiye.
Li gorî agahiyên ku ANF’ê girtine, duh êvarê li ser xeta sinor li gundê Bayewey girêdayî Mêrîwana Rojhilatê Kurdistanê termê pasdarekî hatiye dîtin û piştre jî hate diyarkirin ku, bi xwe xwe kuştiye.
Ji ber vê yêkê jî piştî ku termê pasdar tê dîtin, hejmarek mezin ya pasdaran derbazî vir dibin û nahêlin ku kes derbazî herêmê bibe.
Heyanî niha çi zanyarî li ser nasnameya vî pasdarî bi dest neketîne. Lê belê li gorî ku ew agahiyên ku bidest ketine, pasdarên ku li vê herêmê hemû ji deverên weke Îlam, Kirmanşah û deverên din yên Rojhilatê Kurdistanê ne û ihtimalekî mezin ev pasdar Kurd e.