Li sînor zincîra ji mirovan

Li sînor zincîra ji mirovan

Li xeta sînor a Kobanê-Pirsûs li gundê Miseynter ê çalakiya nobetê lê didome zincîra ji mirovan hat çêkirin.

Li hember êrîşên çeteyên DAIŞ ên li dijî Kantona Kobanê berxwedana li xeta sînor ku roja 56. li pey xwe hişt, kesên li xeta sînor nobetê digirin bi zincîra ji mirovan deng dan berxwedana Kobanê.

Berxwedêrên li gundê Miseynter ji qada ku kon lê, bi meş hatin meydana gund a her roj zincîra ji mirovan lê tê çêkirin. Mirovan li vir berê xwe dan Kobanê û bi dirûşmayan xwestin dengê xwe bigihînin hêzên YPG/YPJ’ê yên di çeperên xwe de li dijî çeteyên DIAŞ şer dikin. Di çalakiya zincîra ji mirovan de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK û YPG’ê hatin hildan. Di çalakiya zincîra ji mirovan de ku bi yek dengî,  “Çerxa Şoreşê” hat xwendin çalakî bi çepik û dirûşmayan bi dawî bû.

Piştî çalakiya zincîra ji mirovan gel vegeriya qada kon û bernameya xwe ya rojane dewam kir.