Li sînor ji bo DAIŞ sewqiyat hat kirin
Li sînor ji bo DAIŞ sewqiyat hat kirin
Li sînor ji bo DAIŞ sewqiyat hat kirin
Duh di saetên şevê de dema leşker û polîsan êrîşî girseya li sînor nobeta Kobanê digirtin kirin, derket holê artêşa Tirk ji bo çeteyên DAIŞ cebilxane birine.
Şahidekî bûyerê diyar kir demek kurt piştî êrîşên li ser gundê Dewşan û Etmanîk leşkeran nuqteyên ketin û derketina ji gundan girtine, di sînor re wesayîtên leşkerî derbas bûne. Şahidê bûyerê yê bi navê Mikaîl Çîçek diyar kir ev bûyer di navbera saet 20.00-21.00’an de çêbûye û da xuyakirin ku bi giştî ji 10 wesayîtên mezin zêdetir ber bi baregehên çeteyên DAIŞ ve çûne.
Polîs û leşkerên Tirk şevê din bi bombeyên gazê êrîşî girseya li gundên Dewşan û Etmanîk nobeta Kobanê digirin kirin. Rastiya êrîşa li gundên Dewşan û Etnamîk a ti aloziyek nebû derket holê dewleta Tirk ji bo DAIŞ sewqiyata leşkerî kir.
Şahidê bûyerê yê binavê Mîkaîl Çîçek ê ji Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) re axivî wiha got: “Li gel êrîşê piştî belavbûna girseyê leşkeran ketin û derketina ji gundan girtin. Piştre di xeta sînor re wesayîtên leşkerî derbas bûn.
Ev bûyer di navbera saet 20.00-21.00’an de çêbû. Pêşî wesayîtên leşkerî hebûn. Bi giştî ji 10’an zêdetir wesayîtên mezin ber bi baregehên DAIŞ ve çûn. Piştî nîv saetekê di heman rêyê re paşda vegeriyan. Piştî ew paşde vegeriyan leşkeran jî dorpêça li gund rakirin.”