Li Silopî Mudurê Şaxê TEM'ê birîndar bû

Li Silopî Mudurê Şaxê TEM'ê birîndar bû

Li navçeya Şirnex Silopiyê, meşa bi navê "Hikûmet gavê biavêje" li astengiya polîsan rast hat. Li dû meşê bombeyeke deng li Muduriyeta Emniyetê ya Navçeyê teqiya û di encamê de Mudurê Şaxê Têkoşîna li dijî Terorê ya Emniyetê (TEM) Aşîr Yildiz birîndar bû.

Li navçeya Şirnex Silopiyê meşa BDP'ê ya bi navê "Hikûmet gavê bijavêje" li Taxa Cûdî destpê kir. Komê bi meşalyeyan heta ber avahiya BDP'ê ya Navçeyê meşiya, lê ji ber astengiya polîsan a li pêşiya meşê, tengezarî derket.

Di vê tengezariyê di vê tengezariyê de deng a bi destan hatibû çêkirin teqiya û di encamê de Mudurê Şaxê Têkoşîna li dijî Terorê ya Emniyetê (TEM) Aşîr Yildiz birîndar bû.Yildiz ê ji sînga xwe birîndar bû, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya li Navçeya Cizîrê.