Li Silêmaniyê şervanên YPG’ê ên jiyana xwe jidest dan hatin bîranîn
Li Silêmaniyê şervanên YPG’ê ên jiyana xwe jidest dan hatin bîranîn
Li Silêmaniyê şervanên YPG’ê ên jiyana xwe jidest dan hatin bîranîn
Li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê ji bo 19 şervanên YPG᾿ê ku di şerê li Serêkaniyê, Til Temir û Çelaxa de jiyana xwe jidest dane hate lidarxistin. Merasim bi beşdariya gelek partiyên kurdî hate lidarxistin.
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) duh li Silêmaniyê ji bo 19 şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG)᾿ê ku di pevçûnên çend rojên dawiyê li Serêkaniyê, Til Temir, Çelaxa û Girkê Legê jiyana xwe jidest dan lidar xist. Merasim bi beşdariya gelek partiyên siyasî yên Başûr û Rojavayê Kurdistanê, kesayetên Kurd li parka giştî bi rêzgirtinê destpê kir.
Beşdaran pankartên li ser nivîsîbûn ‘’Şoreşa 19᾿ê Tîrmehê, nimûneya Rojhilata Navîne, Azadiya jinên Rojavayê Kurdistanê di YPJ’ê û YPG᾿ê de ye, YPJ îradeya azad diparêze’’ vekiribûn. Di merasimê de peyamên oldarê bi navê Mele Nadir hate kirin. Nadir di axaftina xwe de da zanîn ku êrîşên li dijî gelê Kurd bi awayekî dijî ola îslamê pêk hatine.Endamê Komîteya Amadekar a Merasimê Yûsif Kûtê jî axivî û berxwedana YPG’ê û YPJ’ê silav kir.
Merasim bi axaftina malbata şervanê YPG᾿ê Şiyar Qamişlo ku li Til Temirê jiyana xwe jidest da ji aliyê Egîd ve dom kir.
Di merasimê de Endamê Desteya Bilind a Kurd Aldar Xelîl axivî û Şoreşa 19᾿ê Tîrmehê li gelê Kurd pîroz kir. Xelîl diyar kir ku, gelê Kurd dê bi hemû hêza xwe destkeftiyên xwe biparêze û rêveberiya xwe ya hevbeş avabike.
Sekreterê Partiya Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê Hemîd Hecî Derwîş jî di merasimê de axivî û ji gelê Kurd xwest ku bi rihê berpirsyariyê li dijî êrîşên komên çete derkevin. Li ser navê Partiya Çareseriya Demokratîk ya Kurdistanê (PÇDK)᾿ê jî Endamê Komîteya Rêveber Miheme axivî û Şoreşa 19᾿ê Tîrmehê li gelê Kurdistanê pîroz kir. Her wiha êrîşên komên El-Qaîda li dijî gelê Rojava şermezar kir. Di merasimê de Berpirsê BuroyaTêkiliyan a Yeketiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK)᾿ê Mehmûd Hacî Salih jî axivî û diyar ku, şervanên YPG᾿ê yên jiyana xwe jidest dane Şehîdên Azadiya Kurdistanê ne.
Berdevkê Fermî yê Tevgera Niştimanî ya Başûrê Kurdistanê jî axaftinek kir û girtina deriyê Sêmalka şermezar kir û got: “Nabe ku rayedarên Başûrê Kurdistanê embargoyê li dijî birayên xwe pêk bînin.”
Li ser navê Tevgera Ciwanên Kurd, Tevgera Ciwanên Guhertinê li Rojavayê Kurdistanê jî axaftin hatin kirin û berxwedana YPG᾿ê silavkirin.
Merasim bi silavkirina berxwedana YPG᾿ê û YPJ’ê bi dawî bû.