Li Silêmaniyê li hember alkolê tedbîr

Li Silêmaniyê li hember alkolê tedbîr

Qeymeqamtiya Silêmaniyê, bi hewldana Saziya Mafê Zarokan a Kurdistan û komek saziyên civaka sivîl ji bo zarokên ji 18 salî biçûktir alkolê venexwin û li deverên vexwarinên bi alkol tên firotin zarokên ji 18 salî biçûktir neyên xebitandin projeyek hat pêşxistin.

Di projeyê de wê destûr neyê dayîn ku li dikanên vexwarinên bi alkol tên firotin, zarok û ciwanên ji 18 salî biçûktir bên xebitandin. Her wiha wê ji bin temenê hatine diyarkirin de vexwarinên bi alkol nefiroşin ciwanan. Qeymeqamtiya Silêmaniyê diyar kir ku wê dikanên kesên ku li gor vê tevnegerin bên girtin.

Di civîna li Qeymeqamtiya Silêmaniyê ku aliyên pêwendîdar beşdar bûn, di temenê biçûk de vexwarina alkolê û li cihên alkol tên firotin bikaranîna kesên biçûk ku wek çavkaniya pirsgirêkên civakî ne hatin destgirtin. Qeymeqamê Silêmaniyê Awad Mihemed got, “Me tespît kir eleqeya beşek ji pirsgirêkên civakî bi vexwarina alkolê re heye.”

Mihemed da xuyakirin ku ji saet 22.00’an û pêve wê destûr nedin ku dikanên alkolê difiroşin vekirî bimînin, der barê kesên guh nedin vê biryarê wê gilî bikin.    

Piştî civînê der barê mijarê de afîşên têkildarî agahdarkirina mijarê li xwediyên li dikanên eleqedar hatin belavkirin.

Qeymeqamê Silêmaniyê diyar kir ku ev hewldan ji bo pêşeroja hevpar a civakê ne, parastina zarokên ku pêşeroja civakê ne wezîfeya hemû kesî ye.