Li Silêmaniyê ji bo Kobanê meşeke bi heybet

Li Silêmaniyê ji bo Kobanê meşeke bi heybet

Ji bo xwedîderketina li berxwedana Kobanê bi beşdariya hezaran kesî li Silêmaniyê mîtîngek hat lidarxistin. Di mîtîngê berxwedana şervanên YPG/YPJ’ê hat silavkirin û çeteyên DAIŞ hatin lanetkirin.

Li bajarê Silêmaniyê ji bo xwedîderketina li berxwedana Kobanê û şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ mîtîngek bi heybet hat lidarxistin. Çalakî saet 14:00’an li ber Dergay Sera destpê kir û hezaran kes li ser kolana Mewlewî ber bi qada mîtîngê ve bi dirûşmayan meşiyan.

Di axaftinên mîtîngê banga piştgiriya ji bo berxwedana Kobanê hat kirin.  Endama rêveberiya YNK’ê Nermîn Osman li vir xîtabî gel kir. Osman da xuyakirin ku xelkê Başûr û bi taybet Silêmaniyê her dem li gel berxwedana Kobanê ye û amade ne bi her awayî piştgiriya vê berxwedanê bikin. Her wiha di mîtîngê de helbest û gotarên ji bo Kobanê hatin xwendin. Bi taybet berxwedana jinên Kurd li Kobanê hat silavkirin.

Mîtîng bi dirûşmayên “Bijî berxwedana Kobanê”, “Berxwedana YPG û YPJ” û “Silêmaniyê li pişt Kobanê ye” bi dawî bû.