Li Sikeriyê 25 endamên Eniya El-Nusra hatin kuştin

Li Sikeriyê 25 endamên Eniya El-Nusra hatin kuştin

Li nêzî gundê Sikeriyê yê di navbera Girkê Legê û Til Koçer de, di navbera hêzên YPG’ê û koma Eniya El-Nusra de pevçûnên dijwar rû dan. Di encama pevçûnan de 25 endamên Eniya El-Nusra hatin kuştin, endamekî YPG’ê jî jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyan, pevçûn şevê din destpê kirin û heta serê sibehê bi dijwarî dom kirin. Hate ragihandin ku di encama pevçûnê de 25 endamên Eniya El-Nusra hatin kuştin û endamekî YPG’ê jî jiyana xwe ji dest da. Hate gotin ku ji ber pevçûnan li herêmê şewat derket.

Pevçûnên li herêmê didomin.