Li Şêxmeqsûd pevçûn: 2 leşker hatin kuştin

Li Şêxmeqsûd pevçûn: 2 leşker hatin kuştin

Navenda Çapemeniya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) diyar kir ku hêzên rêjîmê li devera El-Ewarid a Şêxmeqsûd êrîş kirine û di encama bersivdayîna hêzên YPG᾿ê de pevçûn rû daye. Di encama pevçûnan de 2 leşkerên rêjîmê hatin kuştin.

Navenda Çapemeniya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyekê diyar kir ku hêzên rêjîma Baas li devera El-Ewarid a li taxa Şêxmeqsûd êrîş kirin ku bikevin taxê. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di encama bersivdayîna şervanên YPG᾿ê de pevçûn derketiye û 2 leşkerên rêjîma Sûriyê hatine kuştin û yek birîndar bûye.

Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di encama berxwedana şervanên YPG᾿ê de hêzên rêjîmê neçar mane paşve vekişin.