Li Şêxmeqsûd endamek asayişê di topbaranê de jiyana xwe ji dest da
Li Şêxmeqsûd endamek asayişê di topbaranê de jiyana xwe ji dest da
Li Şêxmeqsûd endamek asayişê di topbaranê de jiyana xwe ji dest da
Endamê Asayîşê Samî Serqot ku di topbarana Rêjîma Sûriyeyê ya li ser Taxa Şêxmeqsud de birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da.
Endamê Asayîşê Samî Serqot ku di topbarana 1’ê Nîsanê de birîndar bibû û ew rakiribûn nexweşxaneya Aferîn a Efrînê, tevî hemû hewldanan jî îro di nexweşxaneyê de jiyan xwe ji dest da.
Endamê Asayîşê Samî Serqot di sala 1986’an de li Paytexta Suriyê Şamê hatiye dinê. Hate diyarkirin ku dê cenazeyê Serqot sibe li Goristana Şehîdan a gundê Metîna bispêrin axê.