Li Şêxmeqasûdê du Kurdên din hatin kuştin
Li Şêxmeqasûdê du Kurdên din hatin kuştin
Li Şêxmeqasûdê du Kurdên din hatin kuştin
Li Taxa Şêxmeqsûd a Helebê ku piraniya şêniyên wê Kurd in 2 welatiyên sivîl bûn hedefa segvanên rêjîma Sûriyeyê û di encamê de jiyana xwe ji dest dan.
Welatiyê bi navê Idrîs Mihemed Hesen (38) û Ehmed Hindawî (70) li herêma nêzî Mizgefta Selam a Taxa Şêxmeqsûd a Helebê di encama sûîqesta hêzên rêjîma Sûriyeyê de jiyan xwe ji dest dan.
Li aliyeke din di encama topbarana ser Taxa Şêxmeqsûd de welatiyê bi navê Şêrwan Mihemed Elî yê ji Gundê Eqîbê ya girêdayî Efrînê birîndar bû. Topbarana hêzên rêjîma Sûriyê li ser Taxa Şêxmeqsûd di roja 8’an de didome.
Hate hînbûn ku herêmên Artêşa azad tê de bi cih dibin kêm caran ji aliyê hêzên rêjîma Sûriyê ve tên topbaran kirin, lê topbarana hêzên rêjîma Sûriyê ya ser herêmên sivîl bê navber pêk tê.
Îdrîs Mihemed Hesen di sala 1975’an de li Gundê Dêr Soran a Efrînê jidayik bûye.