Li Sêrtê Rêveber û endamên ÎHD'ê hatin binçavkirin
Li Sêrtê Rêveber û endamên ÎHD'ê hatin binçavkirin
Li Sêrtê Rêveber û endamên ÎHD'ê hatin binçavkirin
Rêveberê ÎHD'a Sêrtê Muhsîn Beydogan û endamên ÎHD'ê Abdullah Gok û Halît Kaçar ên ku ji sersaxiya şervanê YPG'ê Husamettîn Ekîncî vedigeriyan ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.
Serdanên ji bo sersaxiya malbata şervanên YPG'ê Husamettîn Ekîncî ya li gundê Hatrantê yê navçeya Tilloya Sêrtê didomin. Rêveberê ÎHD'a Sêrtê Muhsîn Beydogan û endamên ÎHD'ê Abdullah Gok û Halît Kaçar piştî ji sersaxiyê vedigeriyan li duryana Şîrwan û Tilloyê ji hêla polîsan ve hatin binçavkirin. Der barê sedama binçavkirina wan de agahî nehat bidestxistin, ew birin Midûriyeta Polîsan a Sêrtê.