Li Sêrtê mirina bi guman a leşkerekî

Li Sêrtê mirina bi guman a leşkerekî

Hat îddîakrin ku li lojmanên Orduevî ya Sêrtê leşkerekî dema nobet digirt xwe kuştiye.

Li gorî agahiyên hatine bi dest xistin, bûyer duh saet 16.00’an li lojmanên Orduevî rû daye. Hat îddîakirin ku leşkerê bi navê Gokhan Ç. (22), dema nobet digirt hewl daye xwe bikuje. Leşkerê ku ji çeka G-3 gulle li sînga wî ya rastê ketiye destpêkê rakirine Nexweşxaneya Sêrtê ya Dewletê û paşê dema sewqî Nexweşxaneya Herêmê ya Batmanê dikirin jiyana xwe ji dest daye. Der barê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.