Li Serêkaniyê yek jê emîr 7 çete hatin kuştin
Li Serêkaniyê yek jê emîr 7 çete hatin kuştin
Li Serêkaniyê yek jê emîr 7 çete hatin kuştin
Li Rojavayê Kurdistan bajarê Serêkaniyê berxwedana şervanên YPG’ê li dijî çeteyan berdewame. Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku di 24 saetan de emîrekî çeteyan jî di nav de bi giştî 7 çete hatin kuştin.
Berxwedana hêzên YPG’ê li dijî çeteyên DAIŞ’ê li gelek deverên Rojava berdewame. Li gorî agahiyên ku ji Navenda Çapemeniya YPG hatine wergirtin, li rojava û başûrrojavayê bajarê Serêkaniyê şervanên YPG’ê operasyona ku 11 Cotmehê hatibû destpêkirin dewam dike. Di çarçoveya vê operasyonê de hêzên YPG’ê doh piştî nîvro li ser rêya gundên Dehma û Rawiya wesayîta çeteyan bi temamî rûxandine. Her wiha li hemberî komên çete ku ji bo alîkariyê hatine, hêzên YPG’ê rê li pêşiya wan girtin. Hêzên YPG’ê di heman demê de li dijî çeteyên ku li Rawiya kom bûne çalakiyek pêk anîn. Îro sibehê jî koma çete ku li ser rêya Dehma-Rawiya li derdora benzînxaneyekê civiyabûn hatin hedef girtin. Bi qasî ku hatiye tesbîtkirin di nava 24 saetan de yek jê serçete ku bi navê emîr tevdigerin bi giştî 7 çete hatine kuştin.