Li Serêkaniyê şer didome: 6 êrîşkar hatin kuştin
Li Serêkaniyê şer didome: 6 êrîşkar hatin kuştin
Li Serêkaniyê şer didome: 6 êrîşkar hatin kuştin
Li bajarê Serêkaniyê pevçûna ku piştî êrîşa çekdarên Cephet El-Nusra ya li dijî wesayîta Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ya girêdayî YPG’ê destpê kiribûn, didomin. Hate ragihandin ku navendek êrîşkaran ketiye destê YPG’ê û 6 êrîşkar jî hatine kuştin.
Piştî ku wesayita YPJ’ê ku 3 şervanên 2 ji wan jin yek jî xort têde bûn, saet derdora 11.00-11.30’an de dema li Çerxerêya Berîdê ya li taxa Mehedê rastî êrîşa Cephet El-Nusra hat, pevçûn derketin.
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên YPG’ê hatine girtin, komên êrîş kirine girêdayî Cephet El-Nusra ne. Li gorî heman çavkaniyan di pevçûnan de navenda koma bi navê Emil Mislimin a girêdayî Cephet El-Nusra ku berê wekî navenda siyasî ya artêşa Suriyê dihat zanîn ket destê YPG’ê. Her wiha di pevçûnan de 6 êrîşkar hatine kuştin û 4 jî birîndar bûn.
Şervanê YPG’ê yê ji aliyê koma êrîşkar ve hatibû girtin jî hate rizgarkirin.
Hate ragihandin ku pevçûn li dora navenda Şebîbê ya li taxa Mehetê ku berê wekî navenda ciwanan dihat zanîn diqewimin û car caran dom dikin.