Li Serêkaniyê polîsan dest li gel werdan

Li Serêkaniyê polîsan dest li gel werdan

Li navçeya Riha Serêkaniyê, girseya gel ji bo piştgiriyê bide YPG'ê li hev kom bû, lê li destwerdana polîsan a bi ava şid rast hat. Şervanekî YPG'ê jî hat ser xeta sînor û ragihand ku di pevçûnan de şervanekî YPG'ê jiyana xwe ji dest daye û ji Eniya El Nûsra jî bi dehan çekdar hatine kuştin.

Li Rojavayê Kurdistanê bajarê Serêkaniyê, di encama şerê du rojan ê navbera çekdarên El Nûsra û şervanên YPG'ê de, hat hînbûn herêma heta deriyê sînor ketiye destê YPG'ê û li gundê Til Xelefê yê El Nûsra lê asê maye, pevçûnên giran rû didin. 

Li dû şer, şervanên YPG'ê li ser xeta sînor bicih bûn û yek ji şervanên YPG'ê xwe nêzî sînorê Bakurê Kurdistanê kir û ragihand ku di pevçûnan de şervanekî wan jiyana xwe ji dest daye, yek birîndar bûye û ji El Nûsra jî bi dehan çekdar hatine kuştin, lê der heqê hejmara zelal a kuştiyê wan de agahiyeke zelal negihaştiye destê wan.

Di vê navberê de li Serêkaniya Bakurê Kurdistanê, girseyeke qelebalix bi dirûşmên "Bijî YPG", "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok Jiyan Nabe" li ber avahiya Muduriyeta Garê bi armanca piştgirîdayîna YPG'ê li hev kom bû. Li ser kombûna welatiyan re, polîsên Tirk hatin cihê bûyerê û bi TOMA'yan dest li gel werdan. Welatiyan jî bi keviran bersiv dan destwerdana polîsan û di encamê de pevçûn derket. Tevî hemû tundî û destwerdana polîsan jî, girseya gel bi dirûşman çalakiya xwe dewam dike. Hat dîtin ku TOMA'yên leşkerên Tirk jî li cihê gel kom bûye, hatine veguhestin.

XETERIYA JIYANÊ YA GUNDUZ DEWAM DIKE

Ji aliyê din ve, cenazeyê Mahsûm Ertûgrûl ê 17 salî yê bi fîşeka çekdarên El Nûsra li Serêkaniyê jiyana xwe ji dest da, piştî cenaze bigihê navçeyê wê were veşartin. Dîsa rewşa xeter a Mehmet Gunduz ê birîndar jî dewam dike. Hat ragihandin Gunduz li Nexweşxaneya Mehmet Akîf Înan tê dermankirin.

Hat ragihandin du welatiyên din ên bi navê Nezîr Atîlla (Keyayê Taxa Cûmhûriyetê) yê ji milê xwe birîndar bûye û jineke navê wê nehat zanîn, li nexweşxaneyê tên dermankirin. Hêjayî gotinê ye, çekdarên El Nûsra yên di pevçûnên duh de birîndar bûn rakirinbûn nexweşxaneya dewletê ya Serêkaniyê û ev yek rastî nerazîbûna şêniyên Serêkaniyê ya Bakur hatibû. 

Her weha tê gotin, leşkerên Tirk ên li qereqolên li ser sînor jî xwe vekişandine.