Li Serêkaniyê pevçûn didomin
Li Serêkaniyê pevçûn didomin
Li Serêkaniyê pevçûn didomin
Piştî ku Cephet El-Nusra li dijî wesayîta Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ya girêdayî YPG’ê êrîş pêk anî û pevçûn derketin, hêzên YPG-YPJ’ê gelek cihên êrîşkaran bidest xistin û navenda El-Nusra ya Serêkaniyê jî dorpêç kirin.
Li Serêkaniyê pevçûnên ku piştî êrîşa Cephet El-Nusra ya li dijî wesayita YPJ’ê destpê kirin, didomin. Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên YPG’ê hatine girtin, di pevçûnan de navenda koma bi navê Emil Mislimin a girêdayî Cephet El-Nusra ku berê wekî navenda siyasî ya artêşa Sûriyeyê dihat zanîn û navenda Şebîbê ya li taxa Mehetê ku berê wekî navenda ciwanan dihat zanîn ket destê YPG’ê. Her wiha di pevçûnan de 8 êrîşkar hatine kuştin û gelek jî birîndar bûn. Di pevçûnan de şervanekî YPG’ê jî jiyana xwe ji dest da.
Li gorî heman çavkaniyan hêzên YPG’ê piştî ev navend bi dest xistin, navenda Cephet El-Nusra ya Serêkaniyê ku li Taxa Mehetê ye dorpêç kir. Hate ragihandin ku li vir pevçûnên dijwar diqewimin û gelek endamên komên çekdar ji vir redivin û li depoyên genim ên li nêzî sînorê Bakûrê Kurdistanê bicîh dibin. Her wiha li ser riya Tel Xelef li benzînxaneya meterê jî pevçûn didomin.
Hate gotin ku komên çekdar tenê li navenda El-Nusra ku niha hatiye dorpêçkirin, depoyên genim ên li nêzî sînor û Sînorê Serêkaniyê mane.