Li Serêkaniyê di 24 saetên dawî de 43 çete hatin kuştin
Li Serêkaniyê di 24 saetên dawî de 43 çete hatin kuştin
Li Serêkaniyê di 24 saetên dawî de 43 çete hatin kuştin
Navenda Çapameniya YPG’ê destnîşan kir ku operasyona ku hêzên wan di 11’ê Cotmehê de li Serêkaniyê li dijî çeteyên DAIŞ’ê dabû destpêkirin didome û di 24 saetên dawî de 43 çete hatine kuştin. Navendê diyar kir ku 5 şervanên YPG’ê jî jiyana xwe ji dest dane.
Navenda Çapemeniya YPG’ê têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Li rojava û başûrrojavayê Serêkaniyê operasyona ku hêzên me di 11'ê Cotmehê de dabû destpêkirin didome. Şerê ku duh serê sibehê li derdora gundê Dehma bi dijwarî destpê kiribû heta derengiya şevê bênavber dewam kiriye. Di vî şerê dijwar û sing bi sing de çeteyan derbeyên giran xwarine. Li gorî tespîtên ku hêzên me kirine di nava 24 saetên dawî de di şerê li vê herêmê de 43 çete hatine kuştin.
Di vî şerî de her wiha 5 rêhevalên me ku bi lehengî û bi ruhê fedayî şer kirin şehîd bûne.”