Li Serêkaniyê çeteyan derb xwarin

Li Serêkaniyê çeteyan derb xwarin

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin ku çeteyên li başûrrojavayê Serêkaniyê êrîş kirin derbek giran xwarin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê îro danê sibê, li nêzî gundê Dahme yê li Başûr-rojavayê Serêkaniyê êrîşê hêzên wan kirine û rastî bersiveke tund hatine.

Hat ragihandin ku çeteyan windahiyên giran dane, lê agahiyeke zelal nehatiye bidestxistin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku 3 cesedên çeteyan di destê hêzên YPG'ê de ne û şerê li herêmê dewam dike.