Li Serêkaniyê 13 çete hatin kuştin
Li Serêkaniyê 13 çete hatin kuştin
Li Serêkaniyê 13 çete hatin kuştin
Hêzên YPG’ê li herêmên rojava û başûrêrojavayê Serêkaniyê ku operasyon dan destpêkirin didome. Di çarçoveya operasyonê de duh piştî nîvro di navbera Dehma û Rowiya de wesayîteke çeteyan, li gel çeteyên têde hat rûxandin.
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê ya daxuyaniyeke nivîskî weşand ragihand operasyona hêzên YPG’ê 11’ê Cotmehê li herêmên rojava û başûrêrojavayê Serêkaniyê destpê kirine dewam dike. Di çarçoveya operasyonê de duh piştî nîvro di navbera Rawiya û Dehma wesayîteke çeteyan li gel çeteyên têde hat rûxand.
Navenda Çapemeniya YPG’ê got, “Dîsa hêzên me li hemberî nuqteyeku cuda ya li heman herêmê operasyon pêk anîne” û di daxuyaniya xwe de ev agahî dan: “Hêzên me tevahiya şevê li hemberî çeteyan çalakiyên cuda pêk anîne. Li hemberî du nuqteyên çeteyan ên li herêmên Rowiya û Dehma operasyon pêk anîne. Hêzên me li hemberî gelek çeperên çeteyan ên li nêzî Rowiya êrîş pêk anîne. Di nava 24 saetên dawî de di şer û pevçûnên li vê herêmê çêbûne de li gor hat tespîtkirin 13 çete hatine kuştin, gelek çete jî birîndar bûne.”